Li gel barana ku dibare jî hilbijêrên Amedê ji saetên serê sibehê ve diçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar tînin
Li navenda Amedê hilbijêr li gel barana ku dibare jî ji serê sibehê ve bi coşeke mezin diçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar tînin. Ji kal û pîran bigere heta nexweşên li nexweşxaneyan razayî ne eleqeyek zêde nîşanî dengadayînê didin. Nexweş bi ambûlansan tên dibistanan û bi piştgiriya xizmên xwe dengê xwe bi kar tînin. AMED