Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

2 bajarên rojhilatê Kurdistanê di bin avê de man

Ji ber barîna barana zêde û lehiyê du bajarên Poldoxter û Memulan a girêdayî parêzgeha Loristan ên rojhilatê Kurdistanê bi temamê dibin avê de man

Li rojhilatê Kurdistan û Îranê barîna baranê berdewam dike. Bi rojan e ji ber barana zêde lehî rabû û gelek kes jiyana xwe ji dest dan. Ji ber lehiyê du bajarên Poldoxter û Memulan a girêdayî parêzgeha Loristan ên rojhilatê Kurdistanê bi temamê dibin avê de man. Xelkê li bajêr li benda rizgar kirinê ne. Welatî ji ber lehiyê çûne ser xaniyên xwe û bi sedan welatî jî ji ber lehiyê berê xwe dan serê çiyan.

Ji duh ve xetên înternet û telefonê naxebitin, hemû rêyên çûyîn û hatinê yan jî peywendiyê bi her du bajaran re qût bûne.

Duh qeymeqamê bajarê Poldoxter Nimetula Destyarî diyar kiribû ku heya niha zêdetirîn 4 hezar xanî di bin avê de mane û li 15 gundan jî metirsiya lehiyê hene.

Li gelek bajarên din ên rojhilatê Kurdistanê jî rewşa awarte hatiye îlan kirin. Heya niha bi sedan rê ji ber lehiyê xirabûne û bi sedan gund jî dibin metirsiya lehiyê de ne. Ji ber metirsiya lehiyê bi dehan gund hatine vale kirin û biryara vale kirina bi dehan gundên din jî hatiye dayîn. A balkêş ew e ku hikûmet û saziyên dewletê bi hewara xelkê naçin û bêxem nêzîk dibin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar