Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Ji bo 7 hezar berxwedêrên grevê çalakiya ‘7000 pankart’

Dê jinên swîsreyî ji bo balê bikişînin li ser grevên birçîbûnê kul i dijî tecrîdê hatine destpêkirin, sibê çalakiya 7000 pankart li dar bixin. Jinan ji bo çalakiyê bang kirin û gotin ku ew bi hev re dikarin dawî li bêdengiyê bînin

Bi pêşengiya Tevgerên Jinên Femînîst ên Swîsreyê û Enternasyonal, ji bo 7 hezar girtiyên ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne dê sibê (6’ê nîsanê) çalakiya ‘7000 pankartî’ pêk were.

Çalakî bi dirûşma ‘Me dengê vê berxwedanê bihîst, niha jî dor hatiye ku em vî rengî bidin bihîstin” tê lidarxistin. Jinan di çarçoveya çalakiyê de dê 7000 pankartên li ser grevên birçîbûnê li gelek bajarên Swîsreyê bidaliqînin.

Jinan diyar kirin ku bi piştgîriya navneteweyî ew dikarin bala mirovan bêhtir bikişînin ser berxwedana Leyla Guven û zindanan û bal kişandin ser girîngiya tevlibûna her kesî li vê çalakiyê.

Jinan da zanîn ku nebêjin ku tiştek jê dernakeve, tiştekî bikin û wiha gotin: “Li şaneşîna xwe, li baceyên mala xwe, li kargehên xwe, li bîsîkleta xwe, li wesayîta xwe, li ser piran, li kolanan bi kurtasî li her deverê em pankartên xwe bidaliqînin. Ger em hemû tiştekî bikin, yeqîn bikin ku em ê dawî li vê bêdengiyê bînin. Em jin; dema ku bûn yek û pê piştrast bûn, hingî em ê karibin her tiştî biguherînin.”

Her wiha jinan ji bo çalakiya sibê li gelek bajaran amadekariyê kirin û bang li her kesî kirin ku tev li çalakiyê bibin. CENEVRE 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar