Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Xwendekaran rojnamegerên hatine kuştin bibîr anî

Endamên DO-DER’ê bi wesîleya Roja Rojnamegerên Hatin Kuştin bi pêşandan fîlm, sînevziyon û xwendina kurtejiyana rojnamegeran ên ji sala 1909’an heta niha hatine kuştin bibîr anî

Xwendekarên endamên Komeleya Xwendekarên Demokratîk a Zanîngeha Dîcleyê (DO-DER) bi minasebeta Roja Rojnamegerên Hatin Kuştin, li avahiya komeleyê ya li Semta Ofîsa Amedê bi pêşandana fîlm, sînevziyon û xwendina kurtejiyana rojnamegerên hatin kuştin bibîr anî. Xwendekarên li avahiya komeleyê kom bûn ji bo bîranîna rojnamegerên hatin kuştin rêz girtin.

Piştî rêzgirtinê xwendekaran fîlmê “Press” ku jiyana rojnamegerên kurd ên di salên 1990’î de li bajarên herêmê hatin kuştin vedibêje nîşan dan. Piştî pêşandana fîlmê, sînevziyona jiyana rojnamegeran vedibêje jî hat nîşandan û metnên behsa kurtejiyana rojnamegeran dikirin hat xwendin. Xwendekaran piştî çalakiya li avahiya xwe çûn Goristana Yenîkoyê gora rojnameger Mazlum Erencî yê di sala 2011’an de li Dêrsimê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da ziyareta kirin.  Balkêş bû ku ji ber çalakiya xwendekaran gelek polîsan bi maşîneyên zirxî derdora avahiya komeleyê dorpêç kirin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar