Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

TEV-DEM’ê ji bo Rojhilat banga alîkariya lezgîn kir

TEV-DEM’ê bi daxuyaniyekê welatiyên di karesata li rojhilatê Kurdistanê û Îranê de jiyana xwe ji dest dane, bi bîr anî. TEV-DEM’ê bang li hemû gelên rojavayê Kurdistanê , bakurê Sûriyeyê û cîhanê kir ku ji bo Rojhilat û Îranê bikevin nava liv û tevgera alîkariyê

Hevserokatiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) der barê karesata lehiyê ya li rojhilatê Kurdistanê û Îranê de daxuyaniyek da. Hevserokatiya TEV-DEM’ê bal kişand ser karesata lehiyê ya li rojhilatê Kurdistanê û Îranê û sersaxî ji malbatên windahiyan xwest.

TEV-DEM’ê daxuyand ku li rojhilatê Kurdistanê-Loristanê gelê kurd û gelên îranî bi felaketeke lehiyê ya giran re rû bi rû mane. TEV-DEM’ê da zanîn ku di vê felaketa lehiyê de herî kêm 200 welatiyan jiyana xwe ji dest daye û wiha domand: “Em di serî de ji bo malbatên ku xizmên wan di vê felaketa lehiyê de jiyana xwe ji dest dane û ji gelên me yên Rojhilat re sersaxiyê dixwazin û em êşa wan parve dikin.”

Bang li gelên Rojava kir

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Di vê rewşa awarte de gelên me yên ku di vê felaketa lehiyê de windahiyên giran dane, ferz dikin ku her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, di serî de gelê kurd û hemû mirovahî bi şêwazeke awarte, bi hestiyariyeke mezin hemû derfetên xwe seferber bikin û ji bo alîkariyê çi ji destê wan tê divê bikin. Em bang li gelê me yê rojavayê Kurdistanê û gelên me yên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê dikin ku ji bo alîkarî û piştgiriya gelên me yên li rojhilatê Kurdistanê bi lez xwe bi rêxistin bikin. Li hemberî gelên me yên li Rojhilat ku êşên mezin dikêşin, bi zor û zehmetiyan re rû bi rû mane, erk û berpirsyariya xwe ya neteweyî bi cih bînin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar