Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Hê jî mazbata nedan hevşaredarên HDP’î

Ji Hevşaredarên HDP’î yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û 4 navçeyên navendî re hîn mazbata nehatiye dayin

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli û Hulya Alokmen Ûyanik, hevşaredarên Yenîşehîrê Belgîn Dîken û Îbrahîm Çîçek, hevşaredarên Peyasê Necatî Pîrînççîoglû û Kezîban Yilmaz, hevşaredarên Baglarê Zeyyat Ceylan û Zubeyde Zumrut, hevşaredarên Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn û Cemal Ozdemîr, tevî endamên meclîsa şaredariyê serî li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr dan ku mazbatayên xwe werbigirin.

Hevşaredarên HDP’î di nava dorpêçiya polîsan de li ber avahiya Desteya Hilbijartinê ya Bajêr daxuyaniyek dan. Mizrakli diyar kir ku YSK hîn jî daxuyaniya li ser encamên hilbijartinê taloq dike û got, sedema taloqkirina daxuyaniyê ji raya giştî tê veşartin.

Gel qeyûmên AKP’ê qewirand

Selçuk Mizrakli qeyûmên ku li şaredariyên DBP’yî hatin bicihkirin bi bîr xist û wiha axivî: “Gel bi îradeyeke xurt ji qeyûman re got, ‘ji vir biçin’. Gel dixwaze hevşaredarên ku bi îradeya xwe hatine hilbijartin dest bi wezîfeyê bikin. Tevî ku bi dengekî zêde hilbijêran îradeya xwe nîşan dane, hîn jî mazbata nayên dayin.”

Mizrakli da xuyakirin ku pêwîste mazbata tavilê werin dayin û wiha got: “Ji 1’ê nîsanê û pê ve hukmê qeyûman nemaye, lê belê di pratîkê de didome. Em li bendê ne ku divê êdî dawî li vê rewşê bê anîn.” AMED 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar