Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Çalakiya malbatan a li ber girtîgehê didome

Çalakiya nobetê ya malbatan li ber Girtîgeha Tîpa M a Jinan a Gebzeyê di roja 10’an de didome. Malbatan diyar kir ku ew naxwazin tabût ji girtîgehan derkevin

Çalakiya nobetê ya malbatên girtiyan ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne, di 9’ê Nîsanê de li ber Girtîgeha Tîpa M a Jinan a Gebzeyê dan destpêkirin, di roja 10’an de didome. Welatiyên ji bo piştgiriyê bidin çalakiyê ji Stenbolê hatin, polîsan rêya wan birî û nasnameya wan kontrol kirin.

Parlementerên HDP’ê Serpîl Kemalbay, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Zuleyha Gulum û Şevîm Coşkûn jî di nav de gelek kes tev li nobetê bûn.

Girseya ku gihaşt ber Girtîgeha Tîpa M a Jinan a Gebzeyê, polîsan pêşiya wan birî. Polîsan diyar kir ku biryar walîtiyê ye. Li ser vê parlementer Taşdemîr bertek nîşan da û ji polîsan re got ku hûn qanûnê binpê dikin. Polîsan jî ji Taşdemîr re gotin ku ew dewletê temsîl dikin. Piştî munaqişeyeke kin, tenê destûra malbatan hat dayîn û malbatan çalakiya rûniştinê li dar xist.

Li ser navê çalakgeran Hatîce Soyler axivî. Soyle diyar kir ku ew ê her roj nobetê bigirin û wiha got: “Heta tecrîd bi dawî nebe em ê li vir bin. Ger em li vir nesekinin wê ji girtîgehan tabût derkevin. Em naxwazin tabût ji girtîgehan derkevin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar