Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Heyva Sor a Kurdistanê gelê Rojhilat bi tenê nehişt

Heyva Sor a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan ji bo piştgirî û piştevaniya bi gelê rojhilatê Kurdistanê re, alîkarî şandiye. Di daxuyaniyê de bang li hemû kurdistanî û dostên wan hat kirin ku ji bo piştgirî û piştevaniya bi gelê Rojhilat re alîkariya madî bikin

Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê îsal baraneke zêde bariya û vê jî rê li ber karesata lehiyê vekir. Di encama karesata lehiyan de gelek bajar, navçe, bajarok û gund di bin avê de man. Ji ber lehiyan hema hema hemû rêyên di navbera jîngehan de xera bûn, gelek avahî rûxiyan û zêdetirî 200 welatiyan jî jiyana xwe ji dest dan. Li ser vê yekê gelê kurd ên li parçeyên din û dîasporayê ji bo piştgiriyê kete nava liv û tevgerê.

Bi heman boneyê Heyva Sor a Kurdistanê jî gelek alîkarî kom kir û ji gelê rojhilatê Kurdistanê re şand. Têkildarî mijarê Heyva Sor a Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber lehiyê gelê rojhilatê Kurdistanê zirareke mezin dît û wan jî weke gava destpêkê, 250 hezar euro alîkarî şandiye.

Bîlançoya karesata lehiyê

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ji ber lehiyên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê  gelek bajar, navçe û gund di bin avê de man û zêdetirî 200 welatiyan jî jiyana xwe ji dest daye. Heyva Sor a Kurdistanê daxuyand ku bi dehhezaran xanî û avahî wêran bûne û bi sedhezaran welatî di rewşeke metirsîdar de ne û gelê Rojhilat li benda alîkariyê ye.

Bang li kurdistanî û dostên wan kir

Daxuyaniya Heyva Sor a Kurdistanê wiha bi dawî bû: “Me jî weke Heyva Sor a Kurdistanê ji bo piştgiriya bi xelkê Rojhilat re, alîkarî şand. Ev alîkarî dê ji aliyê komîtêyên  Heyva Sor ve li mexdûrên lehiyê bê belavkirin. Ji bo piştgirî û piştevaniya bi gelê rojhilatê Kurdistanê re me di 4’ê nîsanê de kampanyaya alîkariyê dabû destpêkirin û ev kampanya hîn didome. Em bang li hemû kurdistanî û dostên wan dikin ku destekê bidin gelê Rojhilat û bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê alîkariya madî bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar