Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Êlihê mudaxale: Gelek kes hatin binçavkirin

Malbatên girtiyan xwestin li ber Girtîgeha Êlihê çalakiya rûniştinê li dar bixin. Polîsan mudaxeleyê çalakiyê kir û herî kêm 20 kes binçav kirin

Malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne xwetin li ber Girtîgeha Tîpa M a Êlihê daxuyanî bidin çapemeniyê û çalakiya rûniştinê li dar bixin. Polîsan mudaxeleyî çalakiya malbatan kirin. Di mudaxeleyê de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin.

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran û gelek kes beşdarî çalakiya malbatên berxwedêrên greva birçîbûnê bûn. Polîsan gotin ku bi hinceta çalakiya malbatan derqanûnî ye dê mudaxale bikin. Parlamenter Başaran bi polîsan re hevdîtin pêk anî û diyar kir ku dayik ji bo piştgiriyê bidin greva birçîbûnê çalakiyê li dar dixin û ev çalakî ji bo hemû kesî ye.

Piştre polîsan êrîşî dayikan kirin û herî kêm 20 kes hatin binçavkirin. Navê kesên ku hatin binçavkirin wiha ne; Hîdayet Tîryakî, Şukran Sîncar, Mîsal Tosun, Sultan Azboy, Sabîha Ekîncî, Sedef Ozdemîr, Suphiye Dogan, Emîne Ugur, Kasîde Levent, Nurhan Zeyrek, Hamîde Buyuktop, Fatîme Yîgîtalp, Vasîfe Bal û kesên bi navê Saadet û Mizbet ku paşnavê wan nehat hînbûn.

Di êrîşa tund a polîsan de laçikên hinek dayikan ketin erdê û nehiştin dayik laçikên xwe ji erdê rakin. Dayikeke ku dema hat binçavkirin zarokê xwe yê 14 salî nîşan da û got ku di destê min de tenê ev maye û ev vî jî nadim we.

Her wiha xebatkara çapemeniya HDP’ê Sedef Ozdemîr ku mudaxaleya polîsan qeyd dikir jî hat binçavkirin.  ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar