Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Malbatên girtiyan rastî astengiya polîsan hatin

Malbatên girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de ne, ji bo piştgiriya bi xizmên xwe re xwestin li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê çalakiya rûniştinê pêk bînin. Malbat rastî êrîşa polîsan hatin û çalakî hate astengkirin

Malbatên girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda girankirî yar li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, ji bo piştgiriya bi çalakvanan re û bal kişandina ser rewşa girtiyan xwestin ku li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê çalakiya rûniştinê pêk bînin.

Malbatên girtiyan li ber girtîgehê ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin û polîsan destûr nedan ku malbat çalakiyê li dar bixin. Li ser vê helwesta polîsan, dayikan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Di heman demê de polîsan destûr nedan ku rojnameger jî çalakiyên malbatan bişopînin.

Malbatên ku ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin, bi darê zorê li wesayîtan hatin siwarkirin û ji girtîgehê hatin dûrxistin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven, di 8’ê mijdara sala 2018’an de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dest pê kir. Çalakiya Guven kete roja 168’an. Di heman demê de li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî zêdetirî 7 hezar girtî di greva birçîbûnê de ne. Çalakiya koma yekemîn a girtiyan ku di 16’ê kanûnê de dest pê kiribû, 130 roj li pey xwe hişt.

Her wiha çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hem li welat û hem jî li derveyî welat bi tevlêbûna gelek kesan didome. Rewşa gelek çalakvanan jî di astekî krîtîk de ye. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar