Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Ji bo 1’ê Gulanê bang li jinan kirin

SKB’ê têkildarî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê daxuyanî da û bang li hemû jinan kir ku beşdarî çalakiyan bibin

Yekitiya Jinên Sosyalîst li Ewropayê (SKB), bi boneya 1’ê Gulanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku 1’ê Gulanê li her devera dinyayê ji bo karker, kedkar, gelên bindest tê pîrozkirin û di heman demê de roja berxwedana jinên karker û kedkar e.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Greva jinê ji Emerîka Latîn û Ewropayê pêl bi pêl mezin dibe û li gelemperiya dinyayê belav dibe. Bi sed hezaran jin li Spanyayê daketin qadan. Li Tirkiye û Kurdistanê bi deh hezaran jinên li dijî faşîzmê li ber xwe didin, tevî qedexe û êrîşan jî herikîn qadan. Greva jinê hem rêya têkoşîna azadiya jinê vedike, hem jî têkoşîna jinê ya hevgirtî diafirîne.”

Di daxuyaniyê de grevên birçîbûnê hatin bibîrxistin û wiha hat gotin: “Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê 7 hezar jin û mêr ên girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Di serî de Leyla Guven; şoreşger, sosyalîst li çar aliyên dinyayê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî faşîzmê dîrokeke bi hêvî û berxwedêr dinivîsînin.  Bi navê Yekîtiya Jinên Sosyalîst, em bang li jinên kedkar ên xwecih û koçber dikin ku bi ruhê yekitî, piştevanî û têkoşînê yê 1’ê Gulanê dakevin qadên 1’ê Gulanê. Berî ku sibe dereng bibe em bibin dengê vê berxwedana bi rûmet a li dijî tecrîdê. Em xwedî li jiyana Leyla û berxwedêrên greva birçîbûnê derkevin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar