Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 27 Nisan 2025

Tevî gefên polîsan jî malbatan li Esenyurtê çalakiya xwe pêk anî

Malbatên girtiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de, di roja 4’emîn de jî li qada Esenyurtê bûn. Tevî zext û gefên polîsan jî malbatan di berxwedanê de israr kir û çalakiya xwe pêk anî

Bi boneya rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zêdetirî 7 hezar girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Ji bo piştgiriya bi berxwedana grevên birçîbûnê re û bal kişandina ser rewşa girtiyan, li gelek deverên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê malbatên girtiyan çalakiyan li dar dixin.

Di vê çarçoveyê de malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de, çalakiya rûniştinê ya li qada navçeya Esenyurt a Stenbolê dan destpêkirin, di roja 4’emîn de jî domand. Bi destpêkirina çalakiyê re, polîsan malbat dorpêç kirin. Di dema dorpêçê de polîsan gefa binçavkirinê li malbatan xwar.

Tevî zextên polîsan jî malbatan destnîşan kir ku dê belav nebin û çalakiya xwe jî dê berdewam bikin. Polîsan nasnameya hemû çalakvên li qadê kontrol kirin. Malbatên ku heta demekê li qadê çalakî pêk anîn, ji qadê veqetiyan. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar