Ji ber peyva ‘Kurdistan’ li endamên Desteya Rêveberiya Avakar a Komeleya Pîşesazî û Karsazên Kurdistan (KURDSÎAD) bi hinceta li dijî makeqanûnê ye doz hat vekirin
Di 2014’an de karsazên kurd li Amedê bi navê Komeleya Pîşesazî û Karsazên Kurdistan (KURDSÎAD) daxwaznameya xwe da Maseya Komeleyan a Walîtiya Amedê û sazbûna xwe îlan kir. Ancax ji ber peyva ‘Kurdistan’ di navê komeleyê de derbas dibe bi hinceta li dijî makeqanûnê ye li endamên Desteya Rêvevberiya KURDSÎAD’ê doz hat vekirin.
Miduriyeta Komeleyan a Walîtiya Amedê giliyê komeleyê kir û Serdozgeriya Komarê ya Amedê dest bi lêpirsînê kir. Lêpirsîn qediya û veguherî dozê.
Dozgeriyê bi hinceta ‘Li dijî qanûna komeleyan muxalefet kirine’ der barê sazûmankarên KURDSÎAD’ê Abdulbakî Karadenîz, Alaaddîn Tan, Burhan Turgut, Çelebî Rojda Kahraman, Gunay Uyar, Huseyîn Bardakçi, Merthan Anîk û Mehmet Akyil de îdaname amade kir. Îdaneme ji aliyê 9’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ve hat qebûlkirin. Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier ê bi awayek ‘guman’ di dosyeyê de navê wî cih digire, ji ber parlamenter re dosyeya wî veqetandin.
Ji ber heman doza li Serokê Desteya Komeleyê Abdulbakî Karadenîz hat vekirin 10 meh cezayê hepsê dabûnê û 820 lîre cezayê pere hatibû birîn. AMED