Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

‘Zargotin Zêrgotin e’ pir kenand

Mihrîcana Şanoyê ya Amedê bi kêfxweşî didome. Di roja çaremîn a mihrîcanê de lîstika “Zargotin Zêrgotin e” derket ser dikê û temaşevanan kenand û kêfxweş kir

Mihrîcana 7’emîn a Şanoyê ya Amedê bi hemû kelecan, kêfxweşî û rengîniya xwe dewam dike. Mihrîcana ku bi dirûşma “Heqîqet Azad Dike” ku diyarî şanoger Mehmet Emîn Yalçinkaya yê sala par jiyana xwe ji dest da hatiye kirin di roja 4’emîn de dewam kir.

Lîstika “Zargotin Zêrgotin e” ya Koma Şanoya Mencel a Wanê derket ser dikê û li Salona Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin hat pêşandan. Lîstika ku lêanîna wê Çetoyê Zêdo kiriye û Nazmî Karaman derhêneriya wê dike bi yek perdeye û şiklek muzîkal a komedi tê pêşandan. Eleqeyek mezin ji bo lîstikê hat nîşandan. Salon tije bû û hin welatiyan li ser piya li lîstikê temaşe kir. Ji destpêka lîstikê heta kêliya dawî welatî kêlî bi kêlî keniyan.

Şanohezan bi deqîqeyan ji bo lîstikê li çepikan dan. Di dawiya lîstikê de welatiyan dirûşmên “Bijî berxwedana zîndanan” û “Leyla Guven rûmeta me ye” berz kirin.

Mihrîcan dê heta 5’ê gulanê berdewam bike. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar