Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li...

Cuma - 21 Şubat 2025

Dayikan li Edeneyê ji bo zarokên xwe dest bi nobedê kir

Dayikên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ji bo bal kişandina ser rewşa zarokên xwe, li avahiya HDP’ê ya Seyhan a Edeneyê dest bi çalakiya nobedê kirin. Dayikan bang li her kesî kir ku li dora berxwedana wan bibin xelek

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye. Ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, bi pêşengiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di 8’ê mijdara 2018’an de greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dest pê kir. Greva birçîbûnê pêl bi pêl mezin bû û li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi tevlêbûna bi hezaran girtiyan belav bû. Herî dawî jî 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di 30’ê nîsanê de dest bi çalakiya rojiya mirinê kirin.

Ji bo piştgiriya bi zarokên xwe re û balkişandina ser rewşa wan, li Edeneyê dayikên girtiyên di grevê û çalakiya rojiya mirinê de dest bi çalakiya nobedê ya 3 rojan kirin. Dayik li avahiya HDP’ê ya Seyhanê bi daxuyaniyekê dest bi nobedê kirin. Dayikan êlekên ku wêneyê Leyla Guven li ser bûn li xwe kirin û pankart daliqandin.

‘Em ê êdî li qadan bin’

Di daxuyaniyê de parlamenterên HDP’ê yên Edeneyê Tulay Hatîmogûllari û Kemal Pekoz, rêveberên HDP, DBP, HDK, TUAYDER û gelek kes amade bûn. Birayê Bayram Demîrhan ku ji 5’ê çileyê ve li girtîgeha Mêrdînê di greva birçîbûnê de ye, endamê Meclisa DBP’ê Erol Demîrhan di daxuyaniyê de axivî. Demîrhan got ku êdî rewşa girtiyan di astekekî krîtîk de ye û ew jî dê êdî li qadan bin. Demîrhan bang li hikûmetê kir ku daxwazên girtiyan qebûl bike.

‘Bila ji zindanan cenaze derkevin’

Dayika girtiyê bi navê Ahmet Can Bahadir ku ji 1’ê adarê ve li Girtîgeha Tîpa T ya Tarsûsê di greva birçîbûnê de ye, Sabriye Bahadir jî di daxuyaniyê de axivî. Dayika Sabriye bi lêv kir ku girtî ji ber tiştekî vala canê xwe feda nakin û wiha dom kir: “Ez bang li mirovan, wezareta dadê û dewletê dikim. Destê xwe deynin ser wijdana xwe û destekê bidin. Bila tecrîd rabe û zarokên me bijîn. Bila cenaze ji zindanan dernekevin. Ez bang li gel dikim û dibêjim ku moralê xwe xera nekin ji ber ku em ê bi ser bikevin.”

Ciwanan bi dayikan re stran gotin

Piştî axaftinên malbatan dayikan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Malbatên wêneyên zarokên xwe hildan. Ciwan jî hatin serdana dayikan û bi dayikan re stran gotin. Dayikan bang li her kesî kir ku li dora berxwedanê bibin xelek. EDENE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar