Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Idlibê şer giran bû û sivîl direvin

Şerê di navbera rejîma Sûriyeyê û komên çete yên girêdayî dewleta tirk ê li Idlibê dijwar bû. Ji ber êrîşên giran ên hewayî yên rejîma Sûriyeyê û dewleta rûs, bi hezaran Idlibî reviyan ser sînor

Di navbera Moskov û Enqereyê ku berdevkiya komên çete dike, di demên berê de li Idlibê ‘herêma bêçek’ hatibû ragihandin. Lê di van demên dawî de hêzên rejîma Sûriyeyê û dewleta rûs êrîşên xwe yên li dijî Idlibê zêde kirin. Di navbera rejîma Sûriyeyê û koma çete ya Heyet Tehrîr El Şam (El Nusra) de bombebaran didome.

Rejîma Sûriyeyê û hevalbendên wê ji 2’yê gulanê ve li ser Idlibê bombebaraneke giran pêk tînin. Di şeva 2’yê gulanê de jî koma çete ya Heyet Tehrîr Şam bi fuzeyên grad û droneyan êrîşî baregeha hewayî ya Rûsyayê ya li Hymemîmê kiribû. Ji wê rojê ve jî hêzên rejîmê û Rûsya li dijî Idlibê êrîşên xwe didomînin.

Hat zanîn ku di roja yekşemê de hêzên rejîmê li dijî rojavayê Idlibê êrîşên hewayî pêk anîn. Ji rojavayê Idlibê û Hemayê bi hezaran idlibî reviyan û xwe li gundên Atme û Aqrabatê yên li ser sînor girtin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê, dewleta tirk 18 roj in li ser sînorê Hatay-Idlibê ji bo 400 hezar kesan kampê ava dike. IDLIB

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar