Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 10 Haziran 2025

Dayikan der barê polîsên îşkencekar de serlêdana sûc kir

Dayikên girtiyan ên ku di dema çalakiya li Parka Koşuyolu ya Amedê de ji hêla polîsan ve hatin derb û îşkencekirin, der barê polîsên îşkencekar de serlêdana sûc kirin

Malbat û dayikên girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê û di çalakiya rojiya mirinê de, ji bo piştgiriya bi çalakiyên zarokên xwe re û bal kişandina ser rewşa wan, ev demeke li Amedê çalakiyan li dar dixin. Dayik û malbatên girtiyan di her carê de rastî êrîşa tund a polîsan tên û destûr nayê dayîn ku çalakiya xwe li dar bixin.

Di vê çarçoveyê de dayikên girtiyan dema ku li Parka Koşuyolu ya Rezan a Amedê xwestin çalakiyê pêk bînin, rastî êrîşa polîsan hatin û hatibûn derb û îşkencekirin. Dayikan der barê polîsên îşkencekar de serlêdana sûc kirin. Dayik Hayriye Demîr, Yaşar Akboga û Rabîa Ataş ku hatibûn îşkence û derbkirin, ji bo serlêdana sûc tevî parêzerên xwe çûn Edliyeya Amedê.

Dayikan der barê polîsan de bi hinceta ‘Birîndarkirina bi zanebûn, îşkence û muameleya xerab, bikaranîna zorê, bi cih neanîna fermana amiran û astengkirina raman û îfadeyê’ serlêdana sûc kirin. Dayikan piştî ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Dicleyê rapora tenduristiyê wergirt, li Dozgeriya Komarê serlêdana sûc kir. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar