Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Tevgera Ciwanan: Dem dema parçekirina tecrîdê ye

Tevgera Ciwanên Şoreşger bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku hevdîtina parêzeran nîşan daye ku ger berxwedan mezin bibe dê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û got ku dem dema parçekirina tecrîdê ye

Tevgera Ciwanên Şoreşger li ser hevdîtina parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji daxuyaniya li ser hevdîtinê jî aşkera bûye ku hîn tecrîda li ser Ocalan bi dawî nebûye û hat gotin ku rejîma faşîst vê carê jî hewl daye berxwedanê têk bibe.

Tevgera Ciwanan anî ziman ku berxwedana di xeta fedayî de li dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin, faşîzma AKP-MHP’ê ji binî ve hejandiye û neçar hiştiye ku gavê biavêje û wiha pêde çû: “Di asta heyî de tu gotin nikare vê berxwedana bi heybet vebêje. Ji bo me ciwanên kurd; dema ku ev berxwedan bi ser ket, yanî tecrîdkirina Rêberê me bi dawî bû, hingî wê berxwedan bigihêje armanca xwe.”

Di berdewamê de Tevgera Ciwanan destnîşan kir ku divê êdî berxwedan bê biserxistin, barê giran ê li ser milê berxwedêrên greva birçîbûnê ji wan bê wergirtin û diyar kir ku dem dema parçekirina tecrîdê ye.

Her wiha daxuyaniya Tevgera Ciwanan wiha bi dawî bû: “Hevdîtina parêzeran a hate ragihandin aşkera dike, ger berxwedan bê mezinkirin dê tecrîd di demeke kurt de bi dawî bibe. Ji bo bidawîkirina tecrîdê, têkbirina faşîzmê û azadkirina Kurdistanê, divê ciwanên kurd her deverê bikin qada berxwedanê û bersivê bidin peyama Rêberê xwe. Ji bo vê jî em dirûşma xwe ya bingehîn a serdemê diqîrin: Serî Hilde!”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar