Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li...

Cuma - 21 Şubat 2025

Dayikên girtiyan bang hestiyariyê kirin

Dayikên ku ji bo balkişandina ser grevên birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Ocalan hatine destpêkirin li pêşiya Mizgefta Hz. Suleyman hatin ba hev û banga hestiyariyê kirin

Li Amedê dayikên ku ji bo bal kişandina ser grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin li pêşiya Mizgefta Hz. Suleyman a li navçeya Sûrê hatin ba hev û ji bo girtiyan banga hestyariyê kirin. Xizmên girtiyan ên li derdor jî bi çepikan piştgirî dan dayikan.

Li vir dayika yek ji girtiyan Hizal Yildirim axivî û diyar kir ku xizmên girtiyan in, divê daxwazên girtiyan bi cih were û wiha got: “Dawî li tecrîdê bînin, zarokên me bi mehan in di grevê de ne. Em aştiyê dixwazin. Bila cenazeyên zarokên me ji girtîgehan dernekevin. Divê hemû dayik destê xwe bidin destê me. Xwîn ji zarokên me tên. Her roj li ber çavên em dihelin. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li pey zarokên xwe bin û dev jê bernadin. Werin em dest bidin destê hev aştiyê pêk bînin. Silav li hemû girtiyan dikin.”

Yek ji dayikên din a girtiyan Aysel Ateş jî ev tişt anî ziman: “Ji bo zarokên me nemirin em li vir in. Bang li Serokkomar, Wezîrê Edaletê, saziyên civaka sivîl, hemû mirovahiyê dikin. Ji bo zarokên me bijîn em amade ne bimirin. Ji bo zarokê min bijî sibehê ji mal derdikevim. Di çalakiyên me de jineke polîs tim em asteng dikirin. Jina polîs ji bo min got; ‘Hûn demê ez li gel zaroka xwe derbas bikin ji min digirin’. Ma dibe lîstik û mirin weke yek bê destgirtin? Em vê helwestê şermezar dikin. Ez ê ji bo zarokê xwe li qadan bim. Ji ber ku ez mirov im, dayik im. Divê her kes xwedî li çalakvanên grevên birçîbûnê derbikevin.”

Piştî daxuyaniyê û şûnde çalakiyên dayikan bi dirûşmên ‘Bijî berxwedana zindanan’, ‘Dayik dimirin, lê zarok dijîn’ û ‘Destê dirêjî dayikan bibin bila bên şikandin’ bi dawî bû. AMED 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar