Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Îşkenceya cenazeyan di rojeva Meclisê de ye

Parlamenterê HDP’ê Alîcan Onlu pêkirina leşkeran a cenazeyên HPG’iyan bir rojeva meclisê

Beriya çend rojan li bejahiya Dêrsimê di navbera leşker û gerîlayên HPG’ê de şer û pevçûn derketibûn. Leşkeran piyê xwe dabûn ser cenazeyên gerîlayê HPG’ê ku di van şer û pevçûnan de şehîd bûbûn û bi vî rengî wêne kişandibûn. Parlamenterê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu têkildarî vê mijarê bi dawxwaza ku Wezîrê Parastina Neteweyî Hûlûsî Akar bi bersivîne pêşnîyaz pirsekê da Serokatiya Meclisê.

Onlu têkildarî mijarê ev pirs ji Wezîrê Parastina Neteweyî Hûlûsî Akar kir;

* Hûn ji pê danîna ser cenazeyan û bi vî rengî wêne kişandina leşkeran a li hemberî cenazeyên HPG’iyan haydar in? Ev wêne weke hatiye angaştkirin di kêliya ku operasyona li Dêrsimê hatiye kişandin? Di vi mijarê de ji aliyê wezareta we ve lêpirsînên ku hatine destpêkirin hene?

* Wêneyên qala wan tên kirin ji aliyê kî/kê ve bi çi mexsedê hatine serwîskirin?

* Leşkerên ku di wêne de piyê xwe dane ser cenaze hatine tespîtkirin? Heke hatibe tespîtkirin wezareta we rewşa li holê ‘erê’ dike?

* Hûn di fikirin ku derbarê leşkerên bi mijarê re eleqedar in de ji sûcên “Binpêkirina exlaqê şer, nerêzgirtina li hemberî cenaze û şermeza mîna olî, wijdanî, mirovî û exlaqî” lêpirsîn bidine destpêkirin?

* Wêne ji bo rewakirina nêrîna “Kesê di şer û pevçûnan de hatiye kuştin dijmin e û vê pêkanînê heq kiriye” hatine serwîskirin? DÊRSIM

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar