Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Bertekên li dijî îşkenceya li Xelfetiyê zêde dibin

Rayedarê TSSA’yê Jason Turvey têkildarî hovîtiya dewleta tirk a li Xelfetiyê dîmen parve kir. Turvey got ku dewleta tirk zarokan îşkence dike û bang li cîhanê kir ku têkiliya xwe bi dewleta tirk re qut bikin da ku dawî li îşkenceya li Xelfetiyê bîne

Hêzên artêşa tirk di 18’ê gulanê de li navçeya Xelfetî ya Rihayê piştî şer û pevçûnan, bi ser gelek malan de girt. Di dema serdegirtina malan de di nav de zarok û jin jî, herî kêm 47 kes bi îşkenceyê binçav kirin. Dîmenên îşkenceyê li ser medyaya civakî jî hatin parvekirin û li dijî vê hovîtiyê bertekeke mezin hate nîşandan.

Hovîtiya dewleta tirk a li Xelfetiyê ku hîn didome, di qada navneteweyî de jî rastî bertekan hat. Di vê çarçoveyê de berpirsê Xezîneya Sendîkaya Xebatkarên Barkêşiyê ya Ingilîstanê (TSSA) Jason Turvey bi dîmenekê bertek nîşanî îşkence û muameleya xerab a li dijî welatiyan nîşan da û bang li qada navneteweyî kir ku vê îşkenceyê bidin sekinandin.

Xwest ku dewlet têkiliyên xwe bi dewleta tirk re qut bikin

Turvey di peyama xwe de wiha bertek nîşanî îşkenceya dewleta tirk da: “Divê di zûtirin dem de îşkenceya li Tirkiyeyê bi dawî bibe. Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê zarokên 13 salî îşkence dikin. Ez bang li raya giştî ya navneteweyî dikim ku bi qutkirina têkiliyên xwe re, Tirkiye ya ku îşkenceyê li waletiyên xwe dike rawestînin. Dawî li îşkenceyê bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar