Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Şaredarê YSK’ê kesên nêzî xwe li şaredariyê bi cih dike

Tê gotin ku Şaredarê Navçeya Rezan Huseyîn Beyoglû yê  ku YSK’ê ew tayîn kiribû, 140 kesên ku qeyûmê Şaredariya Sûrê ew bi awayekî nelirê girtibûn kar jî di nav de 180 kesên nêzî AKP’ê li şaredariyê bi cih kiriye.

Di hilbijartina 31’ê Adarê de namzetê HDP’ê Zeyat Ceylan ji sedî 71 deng girtibûn û bibû hevşaredarê navçeya Rezan. Lê ji ber ku Ceylan bi KHK’ê ji mamostetiyê hatibû avtên YSK’ê mazbata neda wî û da namzetê AKP’ê Huseyîn Beyoglû yê ji sedî 25 deng girtibû. Beyoglû, piştî mazbata girt ewilî birayê xwe Haşîm Mertoglû wekî cîgirê xwe li şaredariyê bi cih kir û ji bo kirîna wesayîteke meqamê ya bi 5 milyon û nîvan kete nava hewldanan.

Piştî van kiryaran niha  jî hat ragihandin ku Beyoglû dest bi girtina xebatkaran kiriye. Bi qasê ku di 21’ê Gulanê de hat ragihandin wê 180 kes bên girtin. Ji bo girtina 180 kesî di 22’yê Gulanê de mulakat dest pê kirine û wê 5 rojan bidome. Di Komîsyona Mulakatê de jî Serokê AKP’ê yê Amedê yê berê û niha endamê meclîsa şaredariyê û cîgirê şaredar Muhammed Akar û Midûrê Xizmetên Destekê Îbrahîm Îçgîl hene.

Her wiha li devera ku mulakat lê tê kirin jî tim serokên AKP’î yên navçeyan û serokên baskên ciwanên AKP’î digerin û wesayîta Dibistana Mektebîm ku yek ji hevkarên vê dibistanê jî Haşîm Mertoglû ye, tim li wir e. Ya herî baldar kesên ku serî lê didin piranî paşnavê wan Mertoglû, Beyoglû û Yalar in.

Her wiha hat derpêşkirin ku Beyoglû 180 kes girtine û mulakata ku tê kirin jî sirf ji bo pêk anîna usûlê tê kirin. Tê gotin kesên li şaredariyê tên bicihkirin 146 kes ji wan kesên ku qeyûmê bi awayek nelirê li Şaredariya Sûrê bi cih kiribûn pêk tên. AMED 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar