Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Herêm Mehmûd: Gelê Başûr divê dagirkeriyê red bike

Herêm Mehmûd ku li dijî tecrîdê 91 roj in di greva birçîbûnê de ye got ku dagirkeriya dewleta tirk a li Başûr li ser gelê kurd metirsiyeke mezin e. Mehmûd bang li hemû kurdên welatparêz kir ku li dijî dagirkeriyê derkevin û destûr nedin ku dagirker planên xwe pêk bînin

Welatiyê bi navê Herêm Mehmûd 91 roj in li Kelar a Germiyanê ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Mehmûd têkildarî dagirkeriya dewleta tirk a li ser axa başûrê Kurdistanê axivî û da zanîn ku divê gelê Başûr li dijî vê dagirkeriyê derkeve.

Herêm Mehmûd di serî de destnîşan kir ku dagirkeriya dewleta tirk a li Başûr li ser gelê kurd metirsiyeke mezine. Mehmûd bi lêv kir ku dewleta tirk bi rêya hevkarên xwe li nava axa başûrê Kurdistanê planên nebaş çê dike. Mehmûd got ku dewleta tirk bi rojane li herêmên PDK’ê tevdigere, bombebaran dike û tevahiya herêma kesk (herêma YNK) jî dixe bin kontrola xwe.

Gelê Başûr hişyar kir

Di berdewamê de jî Mehmûd gelê Başûr hişyar kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelê me xwedî dîrokekî berxwedêr e. Li dijî zilmê her tim sekiniye. Divê ev berxwedan bê zindîkirin. Ger her kesek li dijî dagirkeriyê dakeve qadan, dê hemû planên dijmin, hewldanên wan ên guhertina çand û exlaqê civakê vala derkevin. Teslîmbûn tê wateya mirinê. Lewma bang li hemû welatparêzan dikim ku bêyî ku guh bidin ferq û cudahiya hizb û bîrdoziyan, li dijî dagirkeriyê bikevin nava liv û tevgerê.” GERMIYAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar