Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Sedat Akin rakirin nexweşxaneyê

Çalakgerê greva birçîbûnê Sedat Akin piştî peyama Ocalan, di roja 141’emîn de dawî li çalakiya xwe anî. Dayika Akin jî axaftineke kin kir û berxwedana kurê xwe pîroz kir

Çalakger Sedat Akin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa T ya Erzinganê di 7’ê çileyê de ketibû greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger, di 19’ê sibatê de hate berdan. Akin piştî ku derket jî çalakiya xwe li mala xwe ya li Êlihê berdewam kir. Piştî ku peyama Ocalan bi rêya parêzerên wî bi raya giştî re hate parvekirin, Akin ragihand ku dawî li çalakiya xwe tîne.

Beriya ku Akin daxuyaniyê bide, dayika wî Gulluşah Akin axaftineke kurt kir. Dayika Akin kurê xwe pîroz kir û hembêz kir. Dayika Gulluşah anî ziman ku bi kurê xwe serbilind e. Herî dawî jî çalakger Akin bi axaftineke kin ragihand ku dawî li çalakiya xwe tîne. Akin piştre jî bi ambulansê rakirin nexweşxaneyeke taybet a Amedê.

Dema ambulans hat û Akin siwar kirin dirûşmên ‘bijî berxadana zindanan’ hatin berzkirin. ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar