Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Xerpêtê girtiyan sewqî nexweşxanê nakin

Li Girtîgeha Xerpêtê, nêzî 150 girtiyên di greva birçîbûnê de, bi hinceta tu agahî ji bo rêveberiya girtîgehê nehatiya dayîn, sewqî nexweşxaneyê nayin kirin

Hat diyar kirin ku li Girtîgeha Xerpêtê, nêzî 150 girtiyên girtiyên di greva birçîbûnê de li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dawî li çalakiya xwe anîn lê rayedarên girtîgehê bi hinceta tu agahî ji bo wan nehatiye dayîn girtiyan derman û sewqî nexweşxanê nakin.

Parêzer Gulşen Ozbek a hevdîtin bi girtiyên di greva birçîbûnê de re kir, anî ziman ku li girtîgehê tu amadeyî nehatine kirin, nexweşxane nehatine agahdar kirin û girtî nayên sewq kirin. Ozbek diyar kir ku rêveberiya girtîgehê gotiye ku ji wan re tu agahî nehatiyan dayîn û ji ber vê yekê tu amadekarî nekirin. Ozbek anî ziman ku ji bo ku dest bi tedawiya girtiyan bê kirin, wan li girtîgehê mûxatab nedîtine.

Rewşa 6 girtiyan girane

Ozbek destnîşan kir ku rewşa 6 girtiyên 160 rojin di greva birçîbûnê de girane û wiha got: “Divê ev girtî demildest sewqî nexweşxanê bên kirin. Bi taybetî di qawişa jinan de rewşa Remziye Karabûdag pir krîtîke. Divê demildest mudaxileya rewşa wê bê kirin.”

Îdîaya dozgeriyê

Parlementerê HDP’ê yê Çewlîkê Erdal Aydin jî diyar kir ku di hevdîtina bi Dozgerê Girtîgehê re kirin de, dozger ji wan re got ku wan hemû amadekarî kirine, bijîşk û ekdarên tenduristiyê sewqî girtîgehê kirin. Rawestîna xizmên girtiyên di greva birçîbûn de ya li ber Girtîgeha Xerpêtê dewam dike. XERPÊT

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar