Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 25 Nisan 2025

Li Pirdê 2 PDK’î ji ber ku agir berdan dexlûdanê cotyaran hatin binçavkirin

Li bajarokê Pirdê 2 endamên PDK’ê bi sedema ku agir berdane dexlûdanê cotyaran hatin binçavkirin. Li gundê Heftexarî yê Daquqê jî çeteyên DAIŞ’ê agir berda dexlûdanê cotyaran û şer derket

Di demên dawî de hem li başûrê Kurdistanê û hem jî li rojavayê Kurdistanê gelek zeviyên dexlûdan ji hêla çeteyên DAIŞ’ê û hêzên artêşa tirk ve hatin şewitandin. Li leşkerên artêşa tirk û çeteyên DAIŞ’ê vêcarê jî endamên PDK’ê lê zêde bûn. Hat zanîn ku 2 endamên PDK’ê yên li bajaroka Pirdê bi sedema ku dexlûdanê welatiyan dişewitînin, hatin binçavkirin.

Li gorî malpera Livîn Pres, 2 endamên PDK’ê yên li bajarokê Pirdê ya Daqûq a Kerkûkê ku têkiliya wan bi rêveber û polîsên Pirdêyê re heye, ji ber ku dexlûdanê welatiyan şewitandin hatin binçavkirin. Çavkaniyên herêmê destnîşan kir ku ji bo  ev her du kesên zirar dan cotyaran bên berdan, PDK ketiye nava hewldanan. Her du kes niha li Teqteqê binçavkirî ne û cotyar dixwazin bên cezakirin.

DAIŞ’ê jî êrîş kir

Di heman demê de şevê din li gundê Heftexarî yê Daquqê çeteyên DAIŞ’ê agir berda dexlûdanê şêniyên kurd. Li ser vê yekê şêniyan êrîşî çeteyên DAIŞ’ê kir û şer derket. Şêniyên herêmê da zanîn ku piştî ku agir bi dexlûdanê cotyarên kurdan ket, şêniyan jî êrîşî çeteyên DAIŞ’ê yên li Dola Hemeyê kirin. Di encama pevçûnan de çete neçar man û reviyan.

Şêniyan ragihand ku di şewatê de zêdetirî 100 donumên dexlûdanê cotyarên kurd şewitî. KERKÛK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar