Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Efrîn û Ezazê 9 leşker û çete hatin kuştin

HRE’yê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku di encama çalakiyên hêzên wan de li Ezaz û Efrînê 9 çete û leşkerên tirk hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên hêzên wan ên di navbera 5 û 7’ê hezîranê yên li Efrîn û Ezazê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de HRE’yê da zanîn ku hêzên wan li navçeyên Şêrawa, Cindirês û Şera yên Efrînê û li herêma Ezazê li dijî hêzên artêşa tirk û çeteyên wê çalakî pêk anîn. HRE’yê diyar kir ku di 5’ê hezîranê de hêzên wan li gundê Cilbirê yê Şêrawayê li artêşa tirk xistiye û yek jê serbaz bi giştî 2 leşker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.

HRE’yê destnîşan kir ku di heman rojê de hêzên wan li gundê Mersa yê Şerayê li dijî çeteyan çalakî pêk anîn û 3 çete hatin kuştin û yek jî birîndar bû. HRE’yê daxuyand ku di 6’ê hezîranê de hêzên wan bi çekên giran li çeteyên li gundê Kefer Xaşir ên Ezazê xistine û çeteyek hatiye kuştin.

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Di 6’ê hezîranê de hêzên me li dijî wesayîteke leşkerî ya li navenda Cindirêsê çalakî pêk anî. Di çalakiyê de wesayît hat rûxandin, çeteyek hate kuştin û 2 jî birîndar bûn. Dema ku komeke çete bi hawara çeteyên birîndar ve hatin hêzên me mayînek pê de teqandin. Di vê teqînê de jî 2 çete hatin kuştin û yek jî birîndar bû.” EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar