Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Asayîşa PDK’ê 2 mexmûrî revandin

Welatiyên bi navên Bêwar Emîn Tahir û Osman Nadir Hacî yên Wargeha Mexmûrê, di 13’ê hezîranê de ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatin revandin û tu agahî jê nayên girtin

Welatiyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê Bêwar Emîn Tahir û Osman Nadir Hacî, di 13’ê hezîranê de dema ku çûn nexweşxaneyê, li Hewlêrê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin binçavkirin. Li gorî nûçeya Rojnews’ê, ev 6 rojin tu agahî ji Bêwar Emîn û Osman Nadir Hacî nayê girtin.

Hat zanîn ku Emîn û Hacî piştî ku li nexweşxaneyê tehlîl û rontgenên pêwîst ên li nexweşxaneya Media Center wergirtin, çûn bazara Hewlêrê. Ji wê demê ve jî tu agahî ji her du welatiyan nayên girtin. Ji bo hînbûna aqûbeta welatiyan, rêveberiya Wargeha Penaberan a Mexmûrê û Komîteya Pêwendiyên Derve ya Mexmûrê serî li Qeymeqamiyeta Mexmûrê, Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê, NY û Asayîşa Giştî ya Hewlêrê dan. Lê tu agahî bidest nexistin. Malbat bifikare ku her du welatî ji hêla Parastina bi ser PDK’ê ve hatibin girtin.

NY berpirsyariya xwe bi cih ne anî

Rêveberiya Mexmûrê diyar kir ku berpirsyariya sereke ya ewlekariya penaberên wargehê dikeve ser milê Neteweyên Yekbûyî (NY) û gotin ku heya niha NY ev berpirsyariyên xwe bi cih ne anîne. Bêwar Emîn Tahir ku endamê Komîteya Pêwendiyên Derve yê Wargeha Penaberan a Mexmûrê ye, ji aliyê rêveberiya Hewlêrê, hêzên asayîşê û NY ve jî tê naskirin. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar