Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li navenda Efrînê teqînekê mezin pêk hat

Li navenda Efrînê wesayîteke bombebarkirî hate teqandin. Di encama teqînê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn. Li hêla din jî hêzên dagirker gundên Malikiye û Şewarxayê topbaran kirin

Li dijî hêzên dagirker ên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê yên li Efrînê, hema hema rojane çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin. Di çalakiyên heta niha de bi sedan leşker û çete hatine kuştin. Hêzên dagirker jî hewl didin bi şewitandina daristanan, bi topbarankirina herêmê û êrîşên cuda re, rê li ber van çalakiyan bigirin.

Li gorî agahiyên ji Efrînê, li kolana Siyasiyê ya li navenda Efrînê wesayîteke bombebarkirî hate teqandin. Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku di encama teqînê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûne. Têkildarî encamên çalakiyê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Di heman demê de artêşa tirk û çeteyên wê jî di saetên serê sibehê de gundê Malikiyê û Şewarxa yên Şera ya Efrînê topbaran kirin. Di encama topbaranê de ziyanên madî pêk hatin. EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar