PDK li hêlekê girên stratejîk ên li Kanîmasiyê û herêmên din pêşkeşî leşkerên dewleta tirk dike û li hêla din jî ji bo parastina van leşkeran ji serhildanên gel û derbên gerîla, di nava hewldanan de ye. Hat zanîn ku PDK’ê ji bo parastina leşkerên tirk, li baregehên leşkerî yên dewleta tirk pêşmergeyên ‘Supay Barzan’ bi cih kirine
Hêzên artêşa tirk ji bo dagirkirina axa başûrê Kurdistanê, di 27’ê gulanê de li dijî herêma Xakûrkê û Biradostê êrîşeke berfireh a dagirkeriyê da destpêkirin. Êrîş bi hevkariya PDK’ê dest pê kir û roj bi roj ev hevkarî bi şêweyên cuda tê teşhîrkirin. Pêşmergeyên girêdayî PDK’ê ku piştî hevdîtina Nêçîrvan Barzanî ya bi Erdogan re ji girên stratejîk ên li Kanîmasiyê vekişiyan û radestî hêzên artêşa tirk kirin, niha jî parastina wan dikin.
Weke ku tê zanîn li gundê Helane yê bajaroka Şêrwana Mezin a Hewlêrê çend navendên leşkerî yên dewleta tirk hene. Hat ragihandin ku ji bo pêşî li serhildana welatiyan a li dijî dagikeriya dewleta tirk bê girtin, PDK’ê pêşmergeyên xwe yên bi navên ‘Supay Barzan’ li derdora navendên leşkerî yên dewleta tirk bi cih kirin.
Ji serhildana gel ditirsin
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê, pêşmergeyên Supay Barzan çend roj berê bi fermana Behzad Barzanî li baregehên leşkerî yên dewleta tirk hatine bicihkirin. Li gorî heman çavkaniyan, armanca PDK’ê ewe ku navendên leşkerî yên Tirkiyeyê ji nerazîbûn û bertekên xelkê herêmê biparêzin.
Her tişt ji bo parastina leşkerên tirk!
PDK’ê piştî serhildana gelê Şêladizê ya li dijî dagirkerên dewleta tirk, ji bo ku leşkerên tirk biparêze her tiştê ji destê wê tê dike. Di vê çarçoveyê de jî gelek welatî binçavkirin, gef li şêniyên herêmê xwar û gelek pêşmerge li herêmê bi cih kir. HEWLÊR