Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Rewşenbîrên kurd li dijî dagirkeriyê kampanya da destpêkirin

Rewşenbîr û nivîskarên başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ku li ser xaka başûrê Kurdistanê didomine, kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Heta niha li welat û derveyî welat bi sedan rewşenbîr û nivîskarên kurd kampanya îmze kiriye

Komeke rewşenbîrên başûrê Kurdistanê ku di nava wan de Ebdullah Mela Nûrî, Şêrko Heme Emîn, Hewjîn Mela Emîn, Umît Qeredaxî û Şoreş Xidir jî hene, bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê, kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.

Kampanya di 20’ê hezîranê de bi rêya înternet û telefonê hatiye destpêkirin. Li gorî zanyariyên ku Umît Qeredaxî dane, heta niha ji çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bi sedan rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedar tev li kampanyayê bûne.

Îmzeyên ku tên komkirin dê bi daxuyaniyekê ji raya giştî bên aşkerakirin û piştre pêşkêşî parlamentoya Iraqê, parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê, nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên mafên mirovan bên kirin. Roja aşkerakirina encamên kampanyayê hîn nehatiye diyarkirin.

Ji bo tevlêbûna kampanyayê hejmarên telefon û navnîşanên înternetê hatine diyarkirin. Kesên ku dixwazin tev li kampanyayê bibin, dikarin bi rêya van telefon û adresên emaîlan tev li bibin.

Telefon:

00964 770 144 67 45

00964 770 157 16 48

Emaîl:

shorshkhidir@gmail.com

hewzin_amin@yahoo.com

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar