Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Gelê Binarê Qendîlê komkujiya li Kortekê şermezar kir

Gelê Binarê Qendîlê li Kortekê li cihê ku 5 kes ji hêla dewleta tirk ve hatine qetilkirin, çalakî pêk anî. Di çalakiyê de komkujiya dewleta tirk hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Em kurd divê bizanin ku komkujiya li Kortekê ji ya Şengal Efrîn û Şêladizê cudatir nîne. Berdewamiya heman siyasetê ye.”

Bi armanca şermezarkirina komkujiya ku dewleta tirk li Kortekê pêk anî ku di encamê de 3 jê sivîl bi giştî 5 kes hatibûn qetilkirin, gelê Binarê Qendîlê li cihê komkujî lê hatiye kirin çalakî li dar xist. Di çalakiyê de gelek kes amade bûn û dirûşmên ‘Şehîd namirin’, ‘Terorîst Erdogan’ û ‘Birûxe dagirkerî’ berz kirin.

Piştre jî li ser navê Meclisa Gel a Binarê Qendîlê Hestiyar Mûsa daxuyaniya çapemaniyê xwend. Di daxuyaniyê de Mûsa anî ziman ku di demekî ku dewleta tirk li ser başûrê Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê zêde kirin de ev komkujî pêk hatiye û da zanîn ku dewleta tirk dixwaze tevahiya başûrê Kurdistanê dagir bike.

‘Helwesta bêdengiyê ji komkujiyan re zemînê çê dike’

Mûsa bal kişande ser bêdengiya hikûmeta herêma Kurdistanê û ya Iraqê ya li bara êrîşên dagirker ên dewleta tirk ên li ser Bradostê û baregehên leşkerî yên tirk ên li herêmê û wiha pê de çû: “Ev jî ji komkujiyan re zemînê çêdike. Em gelê Binarê Qendîlê komkujiya dewleta tirk a faşîst şermezar dikin. Em kurd divê bizanin ku komkujiya li Kortekê ji ya Şengal, Efrîn û Şeladizê ne cudaye û berdewamiya heman siyasetê ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî di serî de gelê Başûr, bang li hemû kurdan hate kirin ku bi giyanê Şeladizê li dijî êrîşên dagirker û komkujiyan rabin ser pêyan. QENDÎL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar