Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz çûn serdana malbata xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Metîn Dursun ku di sala 2015’an de, di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da
Hevşaredara Qosera Mêrdînê Nîlufer Elîk Yilmaz bi heyeta li gel xwe li taxa Hermijdat a girêdayî bajaroka Selametê çû serdana malbata xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Metîn Dursun ku di sala 2015’an de li Qoserê di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Cîgira hevşaredaran Dîlber Sulhan û endama meclise Ronahî Çokuj jî di nav heyetê de cihê xwe girtin. Hevşeradar Yilmaz di serdanê de diyar kir ku di nav çapemeniya azad de Dursun xebatkarek fedakar bû û da zanîn ku dê tu carî têkoşîna wî ji bîr nekin û wiha got: “Ez dikarim ji bo heval Metîn van tiştan bejim. Hîn caran gotin bê wate dimînin. Fedakariya wê kesên ku li Qoserê dijîn dizanin. Em ê tu carî fedakariya wî ji bîr nekin û bîranîna wî bidin jiyandin.”
Piştî sohbeta bi malbatê re hevşaredar Yilmaz ji bajaroka Selametê veqetiya.
Xebatkarê rojnameya Azadiya Welat a Qoserê Metîn Dursun di êvara 22’yê çileya 2015’an de dema vedigeriyan mala xwe bi motosîkleta xwe qezaya trafîkê derbas kir û bi giranî birîndar bû. Dursun ku bi giranî birîndar bû û rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê, di 5’ê nîsana 2015’an de jiyana xwe ji dest da. Dursun zewicandî û bavê 4 zarokan bû. MÊRDÎN