Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Rêveberiya xweser: Qirkirin êdî bûye çanda dewleta tirk

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê êrîş û komkujiyên dewleta tirk a li ser başûrê Kurdistanê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku qirkirin êdî bûye çanda dewleta tirk û nikare xwe ji vê çandê rizgar bike

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de rêveberiya xweser diyar kir ku rêbaza komkujiyê, çanda dewleta tirke ku nikare xwe jê xelas bike. Daxuyanî wiha dom kir: “Qirkirin û komkujiyên li ser gelên herêmê, ji serdema Osmaniyan heta niha didomin. Êrîşa dewleta tirk a di 27’ê hezîranê ya li Kortekê, berdewamiya dagirkirina başûrê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê ye. Bi van êrîşan dixwazin komkujiyên xwe yên di dîrokê de temam bikin. Tiştên ku li Efrîn û temamiya Sûriyeyê kirin, dijminatiya dewleta tirk a bêsînor a li dijî gelên herêmê û vîna demokratîk nîşan dide.”

Bang li gelê herêmê kir

Rêveberiya xweser êrîşên dewleta tirk ên li ser axa başûrê Kurdistanê şermezar kirin û wiha bi dawî kir: “Em şehîdên sivîl ên ku bûne qurbaniyên bombebarana dewleta tirk û tevahî şehîdên ku bi destê dewleta tirk hatine qetilkirin, bi minetdarî bi bîr tînin. Em bang li hemû saziyên mafî, neteweyî, hikûmeta Iraqê ya navendî û hikûmeta başûrê Kurdistanê dikin ku bi erk û berpirsyariyên xwe rabin û binpêkirinên dewlet tirk bisînor bikin. Divê li hemberî mafên cîrantiyê û danûstandinên xwe, bi mentiqekî dîtir bimeşe. Em bang li gelê herêmê jî dikin ku li dijî hewldanên dagirkeriyê derkevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar