Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Ji bo bîranîna Tahîr Elçî ‘Jaro’

Helbesta ‘Jaro’ ku Turkan Elçî ji bo hevjînê xwe Tahîr Elçî nivîsandibû, ji hêla hunermend Hîvron ve hate strîn

Turkan Elçî li ser hevjîna xwe Tahîr Elçî ku hatibû qetilkirin, helbesteke bi navê ‘Jaro’ nivîsandibû. Helbesta Elçî ji hêla hunermend Hîvron ve hate strîn. Stran di KOM Muzîkê de derket. Stran ji bo bîranîna Tahîr Elçî ku di 28’ê mijdara sala 2015’an de li ber Mînareya Çar Ling a Amedê hatibû qetilkirin, hate çêkirin.

Helbesta Elçî ya bi navê ‘Jaro’ wiha ye:

“Jaro Memo Mem yar e

Cûdî buhar e

Can li ser teneşîrê sar e

Bi çûndina te her roj mijdar e

Gelo çima

Bajar di xewa kûr de xewar e

Jaro

Jiyan her tim li me bêsihar e

Memo Mem yar e

Cûdî payîz e

Payîz zer e

Bi çûndina te hinara rengîn

Erd û ezman jar e

Emir li me yek car e

Mixabin nabe dubar e

Memo Mem yar e

Kolan tarî û kevnar e

Şev tarî, bi dizî were

Te digot can li ser tenaşîrê sar e

Rih sar e

Can sar e

Ezbenî rabe sir û seqem e

Îsal ferman li me zor kîndar e.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar