Em ruh, mejî û zimanê xwe biparêzin

Parastina ziman, parastina ruh e. Parastina ruh parastina mejî ye. Di heman demê de parastina mejî parastina ruh û ziman e. Ji bo parastina...

21’ê Sibatê roja daxwaza pirzimanî, azadiya çand û zimanên gelên bindest e

Destpêka dîroka 21’ê Sibatê, 73 sal berê, di sala 1952’yan de ji ber ku dewleta pakistanê biryar da zimanê URDU weke zimanê fermî li...

Cuma - 21 Şubat 2025

Parlamentoya Herêma Kurdistanê êrîşên dewleta tirk şermezar kir

Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Vala Ferîd îro li ser navê hemû parlamenteran, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser Başûr şermezar kir û bang li hikûmeta Iraqê kir ku bi erka xwe rabe

Parlamentoya Herêma Kurdistanê îro civîna xwe ya asayî li dar xist. Di destpêka rûniştina parlamentoyê de, seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Vala Ferîd li ser navê tevahiya parlamenteran bombebaranên dewleta tirk a li ser xaka başûrê Kurdistanê şermezar kir.

Seroka Parlamentoyê bang li hikûmeta Iraqê kir ku bi erka xwe rabe û ev tişt destnîşan kir: “Hikûmeta Iraqê û hemû saziyên destûrî yên hikûmeta federal a Iraqê li gorî destûra Komara Iraqê ya sala 2005’an parastina sînor li stûyê wan de ye. Hêvîdar im ku erka xwe rabin û parastina sîvîlên herêmê bikin. Her wiha tazmînata mexdûrên wan herêman bidin.”

Di 27’ê hezîranê de balafirên şer ên dewleta tirk li çiyayê Kortekê ya Qendîlê du wesayîtên sivîlan bombebaran kir û di encamê de 3 sivîl şehîd bûn û 5 kes ji birîndar bûn. HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar