Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 2 Ağustos 2025

Komxebata li ser DAIŞ’ê di roja duyemîn de didome

Komxebata navneteweyî ya li ser DAIŞ’ê di roja duyemîn de li Amûdê didome. Îro jî dê mijarên weke leşkerî û ewlekarî yên DAIŞ’ê, aliyê çandî û olî yê DAIŞ’ê, aliyê aborî û civakî yê DAIŞ’ê û herî dawî jî aliyê jin û terora DAIŞ’ê bê nîqaşkirin

Di roja duyemîn a komxebata navneteweyî ya têkildarî çeteyên DAIŞ’ê de, dê li ser 4 mijaran semîner bên dayîn. Roja duyemîn a komxebatê bi semînera maseya yekemîn dest pê kir.

Komxebata navneteweyî ya têkildarî çeteyên DAIŞ’ê ku Navenda Lêkolînen Stratejîk a Rojava (NRLS) organîze kir, di roja duyemîn de li Hola Beylesan a Amûdê ya Qamişlo berdewam dike. Hola Beylesanê ji aliyê Hêzên Asayîşa Taybet, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Hawarî ve tê parastin.

Mijarên ku dê îro bên nîqaşkirin

Bi sedan kesên navdar beşdarî komxebatê bûne. Îro li ser 4 mijaran dê semîner bên dayîn. Mijara maseya yekemîn milên leşkerî û ewlekarî yên terora DAIŞ’ê ne. Moderatoriya mijarê dê Dr. Mihemed Ebdilqadir bike. Dr. Nicholas Heras, Dr. Seed Bîn Umer, rojnameger Zana Omar û ji fermandarên YPJ’ê Tolhildan Ehmed jî dê semînerê bidin.

Mijara duyemîn jî dê li ser aliyên çandî û olî yên terora DAIŞ’ê be. Moderatoriya mijarê dê Mûnir Şêxî bike. Mensûr Teyfûrî, Dr. Amy Austin Homales, Thomas Garrett û Mihemed Cîhad Îbrarî jî dê semînerê bidin.

Mijara sêyemîn jî dê têkildarî aliyên aborî û civakî yên terora DAIŞ’ê be. Moderatoriya mijarê dê Dr. Mihemed Şewqî Mihemed bike û Dr. Ehmed Yûsiv, Dr. Muhîb Salha û lêkolîner Ehmed Pelda dê semînerê bidin.

Herî dawî jî dê têkildarî jin û terora DAIŞ’ê de semîner bê dayîn. Moderatoriya mijarê dê Lîna Berekat bike û Berîvan Mihemed Yûnis û Zozan Sîma jî dê semînerê bidin. Piştî semîneran jî dê nîqaş û guftûgo bi mêvanan re bên kirin. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar