Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Dîwarên Qesra Biçûk a Heskîfê derizandin!

Ji ber tevgera makîneyên mezin ên ku li ser çêkirina Bendava Ilisuyê dixebitin, dîwarên keleha dîrokî û Qesra Biçûk derizîne

Ji ber xebatên çêkirina Bendava Ilisûyê, Qesra Biçûk a dîrokî ya Heskîfê bi hilweşînê re rûbirû ye. Li keleha dîrokî ya Heskîfê û Geliyê Dîcleyê, li gel xebatên betonkirinê ku bi dirêjiya hezar metre û bi bilindahiya 50 metreyane didome, xebatên çêkirina benderê ya li binê kelehê jî dest pê kirin. Li gel ku di bin avê de hatiye hiştin, hema li jora bendera ku bi armancê çûyîna nava kelehê hatiye çêkirin, keleh û Qesra Biçûk bi betonê ji holê tê rakirin. Hewl didin ku dîwarê kelehê bi beton û hesinan ‘qahîm’ bikin. Hate zanîn ku ji ber lerza makîneyên giran ên kar, dîwarên qesrê derizîne û bi metirsiya hilweşînê re rûbirû mane.

Li aliyekê ku tevahiya bajarê dîrokî veguheriye qada înşaatê, li aliyê din jî li ber dîwarên kelha dîrokî ‘Bendera antîk’ tê çêkirin. Heke Heskîf di bin avê de bê hiştin dê li jora kelhê giravokek bê çêkirin. Bi armanca ku li vê giravokê geşt pêk bê, li ber serê dîwaran bender tê çêkirin. Di rojên bihurî de dest bi çêkirina hîmên benderê hate kirin. Tevgera makîneyên giran ên bendavan çêdikin, rê li ber metirsiya hilweşîna Qesra Biçûk vekiriye.

Hate ragihandin ku piştî ku metirsiya hilweşînê di Qesra Biçûk de çêbûye, ji roja duşemê şûnde lêkirina betonê hatiye sekinandin. Endezyaran, li hemberî dibetiya hilweşînê dest bi lêkolînan kirine. ÊLIH

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar