Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Artêşa tirk li ser Girê Cindirêsê yê dîrokî baregeha leşkerî ava dike

Hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê piştî ku berhemên dîrokî yên li Girê Cindirêsê (Kaş) dizîn, li ser gir dest bi çêkirina baregeha leşkerî kir

Dewleta tirk piştî ku bi alîkariya komên çete Efrînê dagir kir, hewl dide ku xwe li Efrînê mayînde bike. Di vê çarçoveyê de jî li hêlekî şêniyên herêmê koçber dike, li hêlekî bi hezaran malbatên çeteyan li Efrînê bi cih dike û li hêla din jî baregehên leşkerî ava dike.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê, artêşa tirk di serî de şûnwarên dîrokî yên giranbiha yên li Girê Cindirêsê (Kaş) dizîn û niha jî li ser gir dest bi çêkirina baregeha leşkerî kir. Çavkaniyan daxuyand ku artêşa tirk dîwarek bi dirêjahiya 3 metreyan li derdora baregehê ava kiriye.

Li aliyekî dîtir jî artêşa tirk a dagirker di demên dawî de 2 baregehên leşkerî ava kiribûn. Ji van baregehan yek jê di navbera gundê Til Silor û Cindirêsê de ye û ya din jî li gundê Derwîş ê Raco ya Efrînê ye. EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar