Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

TJA’yê got: Emê stratejiya rêya 3’yemîn esas bigirin

TJA’yê li Rihayê dest bi kampanyeya “Ji bo veguherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan” kir û got: “Di çarçoveya avakirina aştiyê de, emê stratejiya rêya 3’yemîn esas bigirin. Hêza pêşeng a vê stratejiye jinin.”

Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), li Rihayê bi şîara li dijî komkujiyên jinan, jenosîda çandê, îstîsmara zarokan û tunekirina xwezayê dest bi kampanyeya “Ji bo veguherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan” a 5 mehan kirin. Daxuyaniya aşkere kirina kampanyayê li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Riha hat lidarxistin. Parlementer Ayşe Surucu, endamên Meclîsa Jinan a Partiyê, Dayikên Aştiyê û gelek jina bi kincên xwe yên gelêrî beşdarî daxuyaniyê bûn.

‘Têkoşîna topyekûn’ 

Parlmentera HDP’ê Surucu, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Bi kerameta ku me ji Şoreşa Rojava girtî û bi mîrasê ku me ji tevgerên jinan ên cîhanê dewr girtî, me gelek qezenc bi dest xistin. Pergala desthiladariya zilam, di hemû qadên jiyanê de dixwaze jinan bike koleyên zilaman. Têkoşîna ku heya niha me bi rêve dibir, emê di çarçoveya vê kampanyayê de mezintir bikin.”

‘Emê rêya 3’yemîn esas bigirin’

Surucu, da zanîn ku bêhiqûqiya  heyî di şexê Birêz  Ocalan de bi tecrîdê ferzî hemû civakê tê kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bingeha hemû bêhiqûqiyan tecrîd e. Ji bo vê yekê me dest bi kompanyeyek wiha kir. Emê li dijî bêhiqûqiyê tu carî bêdeng nemînin. Di çarçoveya avakirina aştiyê de, em ê stratejiya rêya 3’yemîn esas bigirin û hêza pêşeng a vê stratejiyê jî jinin.”

Piştî axaftina Surucu, jinan dirûşme berz kirin û li çepikan xistin. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar