Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Rojnamegerên Helebçeyî: Biradostî berdin!

Rojnameger û aktivîstên Helebçeyî binçavkirina rojnameger Zibêr Biradostî şermezar kirin û xwestin demildest Biradostî serbest were berdan

Li Helebce rojnameger û aktîvîstan bi daxuyaniyekê daxwaza berdana nûçegihanê Rojnewsê Zibêr Biradostî kirin. Her wiha çalakgeran binçavkirina Biradostî şermezar kirin.

Rojnamegerê Rojnewê Zibêr Biradostî 12 roj in li herêma Biradost ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiye binçavkirin. Li Helebce îro rojnameger û aktîvîstan li dijî binçavkirina nûçegihanê Rojnewsê daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê  rojnameger Cîhad Hewramî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de ji Biradostî re azadî hate xwestin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Di demeke wiha de ku li welatan roj bi roj azadiya ramanê berfireh dibe, li Herêma Kurdistanê berevajî vê roj bi roj binpêkirinên li hemberî rojnamegeran zêde dibe û azadiya rojnamegerî berteng dikin. Li gorî daneyan binpêkirin zêde dibin û metirsiyek cidî li ser medyakaran û rojnamegeran heye. Zibêr Biradostî 12 roj in hatiye binçavkirin. Destgîrkirina wî binpêkirina karê rojnamegeriyiyê ye. Berevajiya mafê mirovan e.”

Di berdewama  daxuyaniyê de hemû êrîşên li ser rojanamegeran  hat şermezarkirin û daxwaza azadiya Biradostî hat kirin û ev tişt hat gotin: “Bila yasa serwer bibe û dawî li binpêkirinên li hemberî rojnamegeran were. Em naxwazin bi hincetên cuda Herêma li Kurdistanê metirsî li ser karê rojnamegera hebe. Timî di raporên navneteweyî de pirsgirêkên li Herêma Kurdistanê yên derbarê azadiya rojnamegerî de tê dîtin. Lewma erka lijneya mafê mirovan a parlamentoyê Herêma Kurdistanê û Serdozgerê Giştî ye li hemberî van binpêkirina dengê xwe derbixin. Sînorekê ji bo danin ta ku li gorî yasayên aktîv nêzî rojnemegeran bibin.” HELEBÇE 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar