Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Agiriyê 6 HDP’î hatin binçavkirin

Di encama operasyona qirkirina siyasî ya li ser HDP’iyan de li Panosa Agiriyê 6 HDP’yî hatin binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin endamên mecilsê û xebatkarên HDP’ê ne. Li Cizîrê jî 4 xebatkarên tenduristiyê hatin binçavkirin

Operasyonên qirkirina siyasî li ser gelê kurd û siyasetmedarên kurd ranaweste. Rojane bi dehan kurd di encama vê operasyonaqirkirina siyasî ve tên binçavkirin û girtin. Vê sibehê li navçeya Panos  a Agiriyê polîsên dewleta tirk havêtin ser malên HDP’iyan. Di serdegiritina malan de dîriyên malan hatin şikandin û hemû alav û amûrên welatiyan hatin tevlihevkirin. Di serdegirtina malan de endamê meclisa şaredariya Panosê yê HDP’ê Mehmet Şahîn Savci, Orhan Tutak, xebatkrên HDP’ê yên Panosê Mehmet Emîn Savci, Omer Yavûz, Fatîh Dilmaç û Musa Uygar hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û ew birin Miduriyeta Polîsan a Navçeyê.

Li aliyê din polîsan di saetên serê sibê de, li navçeya Cizîr a Şirnexê jî bi ser gelek malên xebatên tenduristiyê de girtin. Di serdegirtinê de dixtor N.S., hemşîre Ş.E., A.K. û A.T., hatin binçavkirin.  Hinceta binçavkirina xebatkarên tenduristiyê nehat zanîn. Kesên hatin binçavkirin li Miduriyeta Polîsan a Navçeyê tên girtin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar