Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Çeteyan li Efrînê 5 hezar darên zeytûnê birîn û şewitandin

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê gelek darên zeytûnan ên navçeya MAbata ya Efrînê şewitandin û zêdetirî 5 hezar darên li gundê Xazyanê yên navçeyê birîn

Ji roja Efrînê ji hêla dewleta tirk ve hatiye dagirkirin, kiryarên çeteyên dewleta tirk ji rûxandina xwezaya Efrînê û birîna daran û şandina êzingan ji Tirkiyeyê re ranewestiya.

Li gor nûçeya ajansa ANHA’yê çavkeniyek herêmî ragihandiye ku çeteyên bi navê Lîwa 112 û Lîwa 3 li navçeya Mabata ya Efrînê agir bi baxçeyên zeytûnan xistine û ji ber vê yekê zêdetirî hezar darên zeytûnan şewitîn, her wiha bi dehan darên li navçeya Şera jî şewitandin.

Heman çavkaniyan ragihand ku çete darên zeytûnê yên li gundê Xazyanê li Mabata dibirin û çavkanî bi bîr xist ku zêdetirî 5 hezar dar hatine birîn, her wiha çete di binpêkirina xwe de dewam dikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê çeteyên artêşa tirk ve, zêdetirî 14 hezar hektar zeviyên çandiniyê û bi hezaran darên mêwe li gund û navçeyên Efrînê hatine şewitandin û her wiha çeteyan mewsima zeytûnan a şêniyan talan kirin û pere li ser wan ferz kirin. EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar