Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 28 Nisan 2025

Gerîlayan li Colemêrg û Şirnexê çalakî pêk anîn

Gerîlayên HPG û YJA-Starê li navçeya Gever a Colemêrg û navçeya Qileban a Şirnexê li dijî leşkerên artêşa tirk a dagirker çalakî li dar xist. HPG’ê aşkera kır ku li Geverê leşkerek hate kuştin, hejmara kuştî û birîndarên li Şirnexê nehate zanîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî ragihand: “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me yên YJA-Starê roja 8’ê Tebaxê li dijî leşkerên artêşa TC’ê ya dagirker ên li ser Girê Sîser ê herêma Çarçella ya navçeya Gever a Colemêrgê çalakiya sûîkastê li dar xist. Di vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin. Di roja 2’yê tebaxê saet 08:00’an de hêzên me li dijî qereqola Yekmalê ya navçeya Qileban a Şirnexê çalakiyek li dar xist. Bi bandor li çeper û baregehên dijmin hate xistin, hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehate tespîtkirin.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar