Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Ambargo li şekrê cejnê

Di vê cejnê de zarok bi kêfxweşî li kolanan nagerin û şekiran berhev nakin. Ew jî dizanin ku li ser şekiran jî ambargo heye

Di vê cejnê de em li kolanên Mexmûrê ne. Em bi meraq in wê cejn çawa bibore. Xelqê Mexmûrê ev 25 sal in sirgûn kiriye. Heke gotin di cihê xwe de be, em dikarin bibêjin, Mexmûrî ew mirov in, ji bo armancên xwe, ji bo bîr û baweriya xwe berdêlên mezin dane. Destê sibehê berê diçin serdana goristanên şehîdan. Bi sedan şehîdên wê hene. Piştî serdana goristanan bi dilekî germ û hestyar serdana hev dikin. Ligel ku li ser Mexmûrê polîtîkaya şerê taybet hebe jî têkiliyên wan ên civakî gelekî xurt e.

Çima ev zilm?

Lê ev cejn naşibe cejnên din. Xelqê Mexmûrê hejar e, û niha jî di bin ambargoyeke mezin de ye. Ji 17’ê Tîrmehê û heta niha li ser kampê ambargoyeke mezin heye. Dema ku wisa be mirov ne dikarin ji kampê derkevin û ne jî dikarin bixebitin. Xelqê hejar nikare ji zarokên xwe re şekiran jî bikire. Gelo çi dibe sedem ku dê û bav nikarin ji zarokên xwe re cilan û şekiran bikire. Bersiv gelekî hêsan e: Li ser kampê ambargo heye. Ketin û derketina ji kampê hatiye qedexekirin. Destûr nayê dayîn ku jinên ducanî jî biçin nexweşxaneyan, ji ber vê jî du dayik zarokên wan ji ber wan çû. Ne bi tenê kêfxweşiya zarokan, mafê wan ê jiyanê jî ji destê wan tê stendin.

Bi ambargoyê dor li cejnê girtin

Di vê cejnê de zarok bi kêfxweşî li kolanan nagerin û şekiran berhev nakin. Ew jî dizanin ku li ser şekiran jî ambargo heye. Vê cejna bê şekir dibe cejna ku zarok nikarin bikenin jî. Ma zarokên ku nakenin cejna wan dibe? MEXMÛR

Çavkanî: Ulaş Akvanos / Yenî Ozgur Polîtîka

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar