Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Yewnanistan dixwaze YE barê wê yê koçberan sivik bike

Hikûmeta rastgir a Yewnanistanê diyar dike ku hatina koçberan ên di hefteyên dawîn de wan dixe nav fikaran û ji Komîsyona Ewropayê xwest ku bila parvekirineke bi edalet bikin

Berpirsê Polîtîkaya Koçberan Georges Koûmoûtsakos a Yewnanistanê ji rojnameya ‘Kathîmerînî’ re axivî û diyar kir ku ji 7’ê tîrmehê heta îro her roj koçber tên.

Koûmoûtsakos diyar kir ku ji pênc giravên nêzî Tirkiyeyê Mîdîllî, Sîsam, Sakiz, Îstankoy û Îleryozê herî kêm 20 hezar kes hatine.

Li gorî rayedar di 9’ê tebaxê de şeş keştî hatine girava Mîdîllîyê ya ku her yek 250 penaber tê de bûne. Wezîr diyar kir kir ku bazirganan di navbera Semadîrek û Dedeagacê de korîdoreke nû vekirine.

Berpirsê Polîtîkaya Koçberan da zanîn ku Yewnanistan sînorên derve yên Ewropayê diparêze û Atîna di vî warî de êdî kapasîteya xwe qedandiye û ew li benda hevkariya welatên din in. Rayedar anî ziman ku ew dixwazin ji bo sekinandina koça li Behra Egeyê peymana di navbera Tirkiye û Yewnanistanê ya di sala 2016’an de bi awayekî xurt were pêkanîn.

Koûmoûtsakos destnîşan kir ku serokê Komîsyona Ewropayê Ûrsûla von der Leyen ê ku hê dest bi peywira xwe nekiriye dê meseleya koçberan bike meseleya sereke û ew ji ber vî tiştî kêfxweş in. ATÎNA 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar