Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Li Hewremanê çinîna guzan destpê kir

Li Hewremanê demsala çinîna guzan destpê kir. Ew geştiyarên ku serdana Hewramanê dikin, ger tam nekin hest nakin ku serdana Hewramanê kirine

Li Kurdistanê dema ku qala guzan tê kirin, rasterast Hewreman tê bîra mirov. Ji ber ku guzên wê bi navûdeng in. Ne tenê li başûrê Kurdistanê li parçeyên din ên Kurdistanê û Iraqê jî navûdengiya guzên Hewramanê heye.

Darên guzan pêwîstî bi avhevayek hênik û avek zêde heye. Li başûrê Kurdistanê û rojhilatê Kurdistanê Hewraman ji bo çandina darên guzan cihê herî guncav e.

Niha dema çinîna guzên ku hîn tam çênebûne. Xwediyê darên guzan sibehan zû berê xwe didin baxçeyan û hinek guzên xwe diçînin. Ji bo ku ji berî ku tam çêbibin bifiroşin. Piraniya bikirên wan geştiyarên ji bo xweşiyê serdana Hewraman dikine. Naxwazin bêyî xwarina guzên bi navûdeng ên Hewraman ji wir vegerin.

Xwediyên baxçeyan diyar kirin ku ji bo ku zêde newestîn û germ nebin sibehan zû dest bi çînina guzan dikin û gotin ku guz xwedî bêhnek xweş in û bala kiryaran dikişîne li ser xwe.

Çinîna guzên ku hîn tam çênebûyî di meha tîrmehê de destpê dike û heta meha îlonê berdewam dike. Piştî hingê guz bi temamî çêbikin, piştre dest bi weşandina hemû guzan dikin.

Guzên ku hîn tam çênebûne weke çerez tê xwarin. Her wiha ji bo çareserkirina nexweşiyan jî tê bikaranîn. Jin jî tûvê wan hûr dikin û dikin di nava hinayê de, piştre jî li pirça xwe didin, ji bo ku rengek xweşik bide.

Cemal Xefur ê ji gundê Belxe yê Hewraman ku xwediyê darên guzen e diyar kir ku ji derveyî geştiyaran guzên xwe difiroşin dikanên herêmê, Silêmanî û Hewlêrê.

Her wiha Nesredîn Mihemed ê karê firotina guzan dike jî wiha got: “Ew geştiyarên ji bajarên Herêma Kurdistanê û Iraqê tên hez ji guzan dikin û ji me dikirin.” HEWREMAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar