Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Lotûs: Êrîşa li dijî şehîdgehan wê bêbersiv nemîne

Endamê Komîteya Şehîdan a PKK’ê Orhan Lotûs diyar kir êrîşa li dijî goristanên şehîdan ên li bakurê Kurdistanê wê bêbersiv nemîne

Endamê Komîteya Şehîdan a PKK’ê Orhan Lotûs êrîşên hêzên tirk ên li dijî goristanên şehîdan nirxand. Lotûs bal kişand ser êrîşa dawî ya li dijî şehîdgeha li Licê û wiha got: “Di roja pîroz a Cejna Qurbanê de êrîşa li dijî şehîdgehê tê wateya êrîşa li dijî manewiyata kurdan.”

Lotûs bi bîr xist ku di nava tu ol, bawerî û îdeolojiyê de cihê vê kiryara li dijî mirovahiyê nîne û wiha got: “Êrîşa li dijî goristanê mînakeke xwe ya din nîne. Ya ku ev yek kir DAIŞ bû û ji aliyê mirovahiyê ve hate mehkûmkirin. Ya ku xwedî heman zîhniyetê ye dewleta tirk a bi rêveberiya AKP-MHP’ê ye. Êrîşa li dijî şehîdgehan nîşan dide ku xwedî heman xetê ne.”

Lotûs anî ziman ku tu gel bêyî nirxên xwe yên manewî nikare bijî û destnîşan kir ku divê gelê kurd xwedî li gorên zarokên xwe derkeve. Lotûs ev tişt anî ziman: “Gelê Amedê yê berxwedêr tevî ku berdêlên giran pêşkêş kiriye ti carî serê xwe li ber zaliman netewandiye, dest ji welatparêziyê û rûmeta neteweyî bernedaye.” Lotûs destnîşan kir ku gelê kurd bi jin, ciwan û mezinên xwe wê li dijî van êrîşên hovane bêdeng nemîne û bersiva pêwîst pêşkêşî dijmin bike.”BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar