Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

Di nav 6 mehan de 54 jin hatin qetilkirin!

Di 6 mehên dawî yên sala 2019’an de, li Herêma Kurdistanê 22 jin hatin kuştin û 32 jin jî dawî li jiyana we anîn. Her wiha 99 jin jî şewitîne û 58 jinan jî xwe şewitandine

Rêveberiya giştî ya têkoşîna li dijî tund û tujiya hemberî jinan a herêma Kurdistanê, rêjeya 6 mehên sala 2019’an a tund û tujiya hemberî jinan belav kir.

Li gorî rêjeyê, di nava 6 mehên sala 2019’an de, 22 jin hatine kuştin, 32 jinan dawî li jiyana xwe anîne. Hêjayî gotinê ye par jî 25 jin hatibûn kuştin û 41 jin jî dawî li jiyana xwe anîbûn.

Li gorî heman rêjeyê 99 jin şewitîne û 58 jin jî xwe şewitandine. Her wiha di nava 6 mehan de 47 bûyerên destdirêjiya ser jinan pêk hatine. Li gorî par îsal zêdetir doz hatine vekirin.

Li gorî vê;

Hewlêr: 5 jin hatin kuştin, 7 jinan xwe kuştin, 28 jin şewitîn, 18 jin xwe şewitandin. Her wiha 11 bûyerên destdirêjiyê pêk hatin.

Duhok: 7 jin hatin kuştin, 13 jin xwe kuştine, 21 jin şewitîne, 10 jin xwe şewitandine û 12 jin jî rastî destdirêjiyê hatine.

Silêmanî: 7 jin hatin kuştin, 11 jin xwe kuştin, 33 jin şewitîne, 17 jin xwe şewitandine û 16 jin jî rastî destdirêjiyê hatine.

Germiyan: Jinek şewitiye û 3 jin jî rastî destdirêjiyê hatiye.

Raperîn: 3 jin hatine kuştin, 11 jin şewitîne, 6 jin xwe şewitandine û 5 jî rastî destdirêjiyê hatine.

Soran: Jinek xwe kuştiye, 5 jin şewitîne û 7 jinan xwe şewitandine.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar