Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...
Perşembe - 13 Şubat 2025

Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Li dijî êrîşên Tirkiyeyê meşiyan

Yekîtiya Jinên Ciwan,  Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk û Kongreya Star, bi armanca şermezarkirina gefên hikûmeta Tirkiyeyê yên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê,  meşiyan

Hemleya rêzeçalakiyan a  Kongreya Star  ku bi dirûşma “Ax û rûmeta xwe biparêze DAIŞ û dagirkeriyê têk bibe”, ji bo rawestandina gef û zextên hikûmeta Tirkiyeyê ya li dijî herêmên bakur  û rojhilatê Sûriyê hatibû destpêkirin berdewam dike.  Di çarçoveya van çalakiyan de Yekîtiya Jinên Ciwan (YJR) û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratî (KPC-D) daketin qadan û helwesta Tirkiyê bi meşekê şermezar kirin. Di meşê de bi sedan jin û ciwan ji tevahî sazî û dezgehên civakî yên Herêma Hesekê û navçeyên wê Serêkaniyê, Zirgan, Dirbêsiyê, Til Temirê, tevlî meşê bûn. Girsê di meşê de alên Yekîtiya Jinên Ciwan,  Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk û Kongreya Star  û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin. Girseyê ji gundê Elokê yê Serêkaniyê dest bi meşê kir û li ber konê mertalên zindî li navçeya Serêkaniyê  Kantona Hesekê wê rawestin.

Meşê bi dirûşmên “Ji dagirkeriyê re na”,”Em ê axa xwe biparêzin” û “Em dagirkeriyê qebûl nakin” dest pê kir.

‘Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkerî û DAIŞ têk bibe’

Jinên siyasetmedar ên herêma Firatê jî bi heman armancê daxuyanî dan çapemeniyê. Di çarçoveya hemleya tevgera  Kongreya Star  a bi dirûşema “Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkerî û DAIŞ têk bibe” de li dijî êrîşên hikûmeta Tirkiyeyê, di 8’ê  tebaxê de da destpêkirin, bi  dehan ji jinên partiyên siyasî; Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî), Partiya Demokrat a Kurd a Sûriye û Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), li qada jina azad kom bûn û daxuyanî dan.

Endama rêveberiya meclisa PYD`ê Rohat Mele Xelîl daxuyanî xwend û wiha got: “Di demeke ku hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rewşek aram û azad de dijîn, dewleta tirk gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixê û êrîş dike. Dewletq tirk bi vê helwesta xwe dixwaze ji bo xwe zemîna herêma ewle ava bike û herêmê dagir bike.   Armanca van gefan têkbirina aramî, ewlehî û hilweşandina pergala demokratîk a li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku êdî bûye modela hevjiyana azad û wekhev. Bangawaziya me ji raya giştî ya cîhanê, Netewyên Yekbûyî, raya giştî ya Sûriyê û hêzên Koalisyona Navneteweyî  re heye ku li rex gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekinin û li dijî êrîşîn dewleta tirk tedbîran bigrin. Divê ku civaka naveneteweyî hewl bide ku guftogoyên siyasî bi beşdarbûna hemû hêzên civakî û siyasî yên li Sûriyê ji bo avakirina pêşerojeke demokratîk li herêmê, pêş bikevin.  Em bang li malbatên xwe û hemû jinên azad ên cîhanê dikin ku bi erka xwe ya exlaqî rabin û li hember gefên Tirkiyeyê yên li dijî heremên me yên ku bi xwîna şehîdan hatine rizgarkirin rawestin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Ji dagirkeriyê re na”, “Jin jiyan azadî”, bi dawî bû. HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar